Werzê çinîna birincê Qerejdaxê dest pê kiriye

Birincê Qerejdaxê, hem berhemeke serekî yê Diyarbekirê ye, hem jî yek ji nîşaneyên çanda devera Qerejdax a Diyarbekirê ye.

Diyarbekir (K24) - Birincê Qerejdaxê, hem berhemeke  serekî yê Diyarbekirê ye, hem jî yek ji nîşaneyên çanda devera Qerejdax a Diyarbekirê ye. Loma jî werzê çinîna birincê qerejdaxê, hem wek serdema berhevkirina berhemê birinc e, hem jî nîşaneya bi mildayîn û pêkve li nav zeviyan kar kirinê ye.

Li devera Qerejdaxê di van rojan de, gundî bi hev re li nav zeviyên ku birinc çandî ne. Li gundê Bîrgenîyê jî roja çinîna birinc e û nişteciyên vî gunda jî bi mêr û jin û xortên xwe paleyiya birinc dikin.

Teyfik Yuzen jî ji zarokatiya xwe çandin û çinîna birincê Qerejdaxê dike û balê dikşîne ku nebûyîna avê, li ser çandin û hilberîna birinc jî bandor dike. Yuzen da zanîn ku li vê deverê 2 sal berê 1560 dor erd birinc hatiye çandin, lê îsal tenê 400 dor birinc hatiye çandin.

Cotkar Teyfik Yuzen ji K24ê re diyar kir: “Îsal ji ber hişkesalîyê me hindik ajotiye û berhemdayîn jî pir baş nîne. Tunebûna avê pirsgirêk e. Lê dîsa jî yê ku heye em bi ciwanan re diçinin. Em vî birincî dibin hişk dikin, pişre dibin dîngê û bi dîngê birinc tê derxistin û çi der bikeve jî em hemû li hev parve dikin.”

Li Qerejdaxê, her zeviyekî çandin û çinîna wê malbatekî yan jî gundekî bihev re dike û serdema çinîna birinc, serdema berhevhatina wan e ku bihev re kar bikin.

Cotkar Şîrîn Yuzen destnîşan kir: “Birinc bûye kultûra me, em ji bilî birincê Qerejdaxê nikarin birincekî din bixwin. Birincê vê derê jî jixwe bi tam û ekil e. dema ku birinc tune be, diçin karên derve dikin. Paleyiya baxçe û înşeatan de kar dikin. Lê di vê wextê de kî li ku derê be, wek festvalekî em ji bo çinînê, tên li vê derê amade dibin û bi hev re diçin. Ev jî ji bo me şahiyekî ye.”

Li deşta çiyayê Qerejdaxê werzê çinîna birincê qerejdaxê ne tenê, çinîn û kirina cotkarî ye. Di wê serdemê de gundî lihev dicivin û bihev re wexteke bi kêfxweşî derbas dikin. Îsal hilberîn kêm be jî gundî kêfxweşîya xwe ji bi ked û xwedana xwe hibirîn kirinê radigihînin. 

Fly Erbil Advertisment