Parlamentoya Kurdistanê komîteyekê dişîne Balekayetî û Biradost

Navenda Nûçeyan (K24) – Parlamentoya Kurdistanê ji bo lêkolînkirina li ser topbaran û bombebarankirina navçeyên sînorî, komîteyekê dişîne navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê.

Cîgirê Serokê Komîteya Karûbarên Pêşmerge Osman Sîdarî ji K24ê re ragihand: “Demeke êrişên mezin û berfireh li ser navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê ji aliyê welatên cîran ve tê kirin û ziyaneke mezin gihîştiye cotkaran, ji ber wê em weke Komîta Pêşmerge û hijmarek ji parlementerên wê deverê, hatine erkdarkirin ku serdana deverê bikin û lêkolînan bikin, her wiha li gel berpirsên îdarî yên wan deveran bicivin, da ku bizanin çareserî ji bo rawestandina êrîşan çi ye.”

Her wiha got jî: “Emê li ser ziyanên cotkaran jî raporekê amade bikin û pêşkêşî serokatiya parlamentoyê bikin.

Osman Sîdarî da zanîn: “Emê sibê serdana van deveran bikin û piştre bi Serperiştyarê Rêveberiya Serbixwe ya Soranê re bicivin.”

Amaje bi wa, piştî radestkirina raportê bo Desteya Serokatiya Perlemantoyê, em ê daxwaza kombûneka taybet ya Perlemantoyê li ser êrîşên mûşekî û bombebarankirina deverên sînorî bikin.

Çend roj in li ser hev navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê ji aliyê Îran û Tirkiyê ve têne topbaran û bombebarankirin û ziyanên madî yên mezin gihîştine cotkarên deverê û beşek ji xelkê gundên xwe bi cih hîştine û berê xwe dane cihên aramtir.

Fly Erbil Advertisment