Li parêzgeha Silêmaniyê bombeyek bi hêza Komando de teqiya
Di encamê de kesek hat kuştin û 3 kesên din jî birîndar bûn

Navenda Nûçeyan (K24) – Li gundê Qumpalkê yê li parêzgeha Silêmaniyê bombeyeke vedayî bi hêzên Komando de teqiya, di encamê de kesek hat kuştin û 3 kes jî birîndar bûn.
Jêderekî ji nexweşxaneya Şehîd Hezar ji peyamnêrê K24ê re got, îro danê sibê 19ê Cotmeha 2022an li Li gundê Qumpalkê yê li navçeya Zinane ya Silêmaniyê, bombeyek di otomobîleke hêzeke Komando de teqiya, di encamê de kesek hat kuştin û 3 kes jî birîndar bûn.
Li gorî agahiyan, di nava birîndaran de fermandarê di hêzên Komando de Akam Omer û efserekî din jî hene.
Li gorî zanayriyan, Birîndar bi helîkopterê ji bo Nexweşxaneya Firyadê ya Şêhîd Hejar li bajarî Kelarê hatin rakirin, piştî dermankirina destpêkê ji wan re hatin kirin, ew ji bo nexweşxaneyên Silêmaniyê hatin şandin.