Banka Cîhanî li ser qeyrana diravên hinek welatan hişyariyê dide
Banka Cîhanî ji paşketina bihayê diravên hinek welatan hişyariyê dide ku bilindbûna bihayên xurek û sotemeniyê, qeyrana welatan kûrtir dibe.
Navenda Nûçeyan (K24) – Banka Cîhanî ji paşketina bihayê diravên hinek welatan hişyariyê dide ku bilindbûna bihayên xurek û sotemeniyê, qeyrana welatan kûrtir dibe.
Banka Cîhanî di rapora xwe ya herî dawî de diyar kiriye ku bihayê piraniya alavên sereke bi Dolar e, loma ji ber metirsiyên ji paşketina aboriya cîhanê, niha bihayên wan daketiye.
Di raporê de hatiye destnîşankirin, ji destpêka şerê Rûsya û Ukraynayê ve heta meha borî, nirxê petrolê heta nêzîkî 6 Dolar daketiye, ku bi Dolar tê kirîn û firotin, lê belê aboriya welatên ku nû geşe dibin, ji ber bilindbûna bihayê Dolar, aboriya wan nêzîkî %60 daketiye.
Herwiha eşkere dike, di sê mehên yekem ên îsal de, rêjeya enflasyonê ji pêwîstiyên xurekê li navçeyên başûrê Asyayê nêzîkî ji sedî 20 daketiye, lê belê li hinek navçeyên din wek Amerîkaya Latîn û Rojhilata Navîn bihayên wan nêzîkî ji 15 zêde bûne.