Li Şarbajêr welatiyekî ji ber teqeya Supaya Pasdaran canê xwe ji dest da
Supaya Pasdaran a Îranê teqe li sê welatiyên nişteciyên nahiya Basnê ya ser bi qezaya Şarbajêr a parêzgeha Silêmaniyê kirin û di encamê de welatiyek hat kuştin û du kes jî birîndar bûn.

Hewlêr (K24) – Supaya Pasdaran a Îranê teqe li sê welatiyên nişteciyên nahiya Basnê ya ser bi qezaya Şarbajêr a parêzgeha Silêmaniyê kirin û di encamê de welatiyek hat kuştin û du kes jî birîndar bûn.
Qaymeqamê Qezaya Şarbajêr Şaho Usman îro Înê 28ê Cotmeha 2022yan ji Kurdistan24ê re ragihand, sê welatiyên li nahiya Basnê ji bo taziyê diçin gundê Merwê û ji aliyê Supaya Pasdaran a Îranê ve teqe li wan hatiye kirin û di encamê de yek ji wan canê xwe ji dest da û du kes jî birîndar bûn.
Herwiha Peyamnêrê Kurdistan24ê jî eşkere kir, navê welatiyê ku canê xwe ji dest daye, Dastan Resûl e û yek ji birîndaran jî bavê wî ye.
Gundê Merwê ser bi nahiya Sîweyl a li qezaya Şarbajêr a ser bi parêzgeha Silêmaniyê ye û hevsînorê navbera Başûrê Kurdistanê û Rojhilatê Kurdistanê ye.