Dahata firotina Festîvala Hinarê ya Helebce 950 milyon dînar bû
Navenda Nûçeyan (K24) – Dahata firotina heştemîn Festîvala Hinar û Payîzê ya Helebce ya berhemên navxweyî di nava 3 rojan de gihişt 950 milyon dînaran.
Di 27ê Cotmeha 2022an de Festîvala Hinar û Payîzê ya Helebceyê bi beşdariya nêzîkî 500 cotkar û firoşkaran dest pê kir û sê rojan berdewam kir.
Li gorî amarên festîvalê, di heyama 3 rojan de 250 hezar geştyaran ji bo beşdariya di Heştemîn Festîvala Hinar û Payîzê ya Helebceyê ya berhemên navxweyî de serdana Helebceyê kirine.
Her çend îsal berhema hinarê li Helebceyê li gorî salên borî ji ber hişkesaliyê û kêmbûna baranê, lê li gorî ku cotkaran dibêjin, îsal berhema hinarê ji aliyê kalîte ve baş bû û rêjeyeke baş ji berhemên hinarê di festîvalê de hat firotan ku dahata Festîvala Hinar û Payîza Helebce ya îsal gihiştiye 950 milyon dînaran.