Firokeyeke bêfirokevan li Şingalê otomobîlek bombebaran kir
Li gor zanyariyên Dije Terora Kurdistanê, îro Pêncşemê 3yê Mijdara 2022yan, firokeyeke bêfirokevan a artêşa Tirkiyê otomobîleke çekdarên PKKê li taxa Nesir a qezaya Şingalê kire armanc.

Hewlêr (K24) - Dije Terora Kurdistanê ragihand, li Şingalê di encama bombebarana firokeya bêfirokevan a Tirkiyê de bo ser otomobîleke çekdarên PKKê, çekdarek hat kuştin û 2 çekdar jî birîndar bûn.
Li gor zanyariyên Dije Terora Kurdistanê, îro Pêncşemê 3yê Mijdara 2022yan, di demjimêr 18:25 xulekan de, firokeyeke bêfirokevan a artêşa Tirkiyê otomobîleke çekdarên PKKê li taxa Nesir a qezaya Şingalê kire armanc, di encamê de çekdarekî PKKê hat kuştin û 2 çekdar jî birîndar bûn.
Roja 18ê Cotmeha 2022yan, di demjimêr 20:20 xulekan de firokeyên bêfirokevan ên artêşa Tirkiyê, otomobîla berpirsekî çekdarên PKKê li taxa Şehîdan a li navenda qezaya Şingalê kire armanc, di encamê de berpirs û çekdarekî DAIŞê hatin kuştin û çekdarek jî birîndar bû.
Herwiha roja 6ê Cotmeha 2022yan jî, di demjimêr 21:30 xulekan de firokeyên şer ên artêşa Tirkiyê li çiyayê Şingalê baregeheke çekdarên YBŞê kire armanc.
Roja 28ê Cotmeha 2022yan jî, firokeyeke bêfirokevan a artêşa Tirkiyê otomobîlek li devera Sikêniye ya navçeya Şingalê bombebaran kir û di encamê de du çekdarên PKKê hatin kuştin û sê çekdar jî birîndar bûn.