Sêyemîn Korbenda Aştî û Asayişa Rojhilata Navîn li Duhokê dest pê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Sêyemîn Korbenda Aştî û Asayîşa Rojhilata Navîn li Zanîngeha Amerîkî ya Kurdistanê li Duhokê dest bi karên xwe kir.

Serokomarê Iraqê Letîf Reşîd, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di korbendê de beşdar dibin.

Di korbendê de ji bilî wezîr û berpirsên Iraq û Kurdistanê, çendîn kesayetî û berpirsên 80 welatan beşdar dibin. Di çend panel û civînan de rewşa siyasî û aborî ya herêmê dê were gotûbêjkirin.

Fly Erbil Advertisment