“Ciwanên Şoreşger” zarokeke Efrînî ya 13 salî revand

Zaroka Efrînî ya 13 salî Meryem Ferîd Mihemed ku ligel bavê xwe koçberî Kobanê bûye, ji aliyê “Ciwanên Şoreşger” hatiye revandin
Meryem Ferîd Mihemed
Meryem Ferîd Mihemed

Navenda Nûçeyan (K24) – Malbateke Efrînî dibêje zaroka wan a 13 salî ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve hatiye revandin û daxwaza vegerandina wê dike.

Apê keçikê Mihemed Hesen ji K24ê re ragihand, biraziya wê Meryem Ferîd Mihemed ya 13 salî (sala 2009an ji dayik bûye), ji roja 31ê Cotmeha 2021an ve li gundê Şêranê yê Kobanê ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve hatiye revandin.

Mihemed Hesen diyar kir jî, biryarê wî Ferîd û keça wî Meryem piştî dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve, ji gundê xwe “Dêwa” yê li navçeya Cindirêsê koçber bûbû û demek e li gundê Şêranê yê Kobanê bi cih bûye.

Got jî: Birayê min Ferîd ji dema revandina keça wî ve, li hemû gelek navend û bargehên HSD, YPJ û saziyên din ên Rêveberiya Xweser pirsa keça xwe dike û wî karî berî demekê jî keça xwe li baregeheke HSDê li bajarê Hesekê bibîne, lê fermandarên wê baregehê keça wî venegerandin.

Apê keçikê Mihemed Hesen bal kişande ser wê yekê, birayê wî Ferîd nexweş e û biraziya wî Meryem ji aliyê dayikê ve keçeke bi tenê ye û diya wê jî ji berî çend salan ve wefat kiriye.

Mihemed Hesen bi riya K24ê bang li hemû sazî û rêxistinên yasayî, mafên mirovan û aliyên pêwendîdar ên navxwe û navdewletî dike ku destêwerdanê bikin, ta ku biraziya wî Meryema 13 salî vegerînin malê.  

Belgeyeke fermî ya Meryem Ferîd Hesen
Belgeyeke fermî ya Meryem Ferîd Mihemed
Ferîd û keça wî Meryem
Ferîd û keça wî Meryem
Meryem Ferîd Mihemed
Meryem Ferîd Mihemed