Li bajarê Antalya lehiyê deriyê dibistanan girtin
Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Antalya yê Tirkiyê lehî rabû, ji bo dibistanan betlane hate ragihandin.
Li bajarokên Kumluca û Fînîkeyê yên girêdayî bajarê Antalyayê ji ber barana bihêz lehî rabû. Ava baranê bi dehan otomobîl bi xwe re birin û kûçe û kolan bûn gol.
Her wiha li her du bajarokan ji bo dibistanan betlane hate ragihandin.
Di derheqê ziyanên canî de heta niha çi zanyarî nehatiye belavkirin.
Xelkê navçeyê dibêjin wan 50 sal in baraneke wiha bihêz nedîtine.