Serok Barzanî sersaxiyê ji Mihemedê Hacî Mehmûd re dixwaze
Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Barzanî ji ber wexera dawiyê ya dayika Sekreterê Partiya Sosyal Demokrat a Kurdistanê Mihemedê Hacî Mehmûd, peyameke hevxemiyê arasteyî wî kir û sersaxî ji wî û malbata wan re xwast.
Peyama Serok Barzanî:
Peyama hevxemiyê ya Serok Barzanî ji bo Mihemedê Hacî Mehmûd
Bi Navê Xudayê Mezin û Dilovan
Rêzdar Mihemedê Hacî Mehmûd, Sekreterê Partiya Sosyal Demokrat a Kurdistanê.
Bi xemeke mezin ve nûçeya wexera dawiyê ya dayika we ya rêzdar xatûn Amîn Hesen Gelalî gihîşt min.
Ez sersaxiya ji we yên rêzdar û malbat û xizm û kesûkarên we re dixwazim û ez hevparê xema we me.
Ez ji Xudayê mezin daxwaz dikim ku canê Xudêjêrazî bi behişta berfireh şa bike û sebir û hedarê bide hemî aliyan.
Îna lîlah we îna îleyhî racîon
Mesûd Barzanî
13ê Mijdara 2026ê