Li Rihayê bûyera trafîkê: 23 kes birîndar bûn

Li parêzgeha Riha ya Bakurê Kurdistanê mînîbuseke ku tê de karkerên çandiniyê hebûn qeza kir, di bûyerê de 23 kes birîndar bûn.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li parêzgeha Riha ya Bakurê Kurdistanê mînîbuseke ku tê de karkerên çandiniyê hebûn qeza kir, di bûyerê de 23 kes birîndar bûn.

Li navçeya Sêwreg a ser bi parêzgeha Rihayê, mînîbusa bi plakaya 63 ADR 610 a ku şofêrê bi navê P. O diajot, qeza kir.

Piştî agahdarkirina welatiyan, gelek ambulans û îtfaye gihîştin cihê bûyerê.

23 welatiyên ku di bûyerê de birîndar bûn, ji aliyê tîmên tendirustiyê ve bo Nexweşxaneya Dewletê ya Sêwregê hatin veguhestin.

Hat ragihandin, di nav mînîbusê de karkerên çandiniyê ku li zeviyên derdora navçeyê dixebitin hebûn.