IHD: Pirsa Kurd li ber demokratîkbûna Tirkiyê kêşeyeke mezin e
Di qada navdewletî de yek ji kêşeya ku her diçe dibe cihê serêşiyê ji bo Tirkiyê, binpêkirinên di warê mafên mirovî, qedexe û astengiyên li pêşiya azadiyan e.
Stenbol (K24) - Bi boneya Hefteya Mafên Mirovan li gelek bajarên Tirkiyê, Komeleya Mafên Mirovan û Weqfa Mafên Mirovan çalakiyan birêve dibin. Di van çalakiyan de tê destnîşankirin ku yek ji kêşeya herî mezin ya li pêşiya demokratîkbûyîna Tirkiyê çaresernebûna kêşeya Kurdî ye.
Di qada navdewletî de yek ji kêşeya ku her diçe dibe cihê serêşiyê ji bo Tirkiyê, binpêkirinên di warê mafên mirovî, qedexe û astengiyên li pêşiya azadiyan e. Şaxa Komeleya Mafên Mirovan ya Stenbolê bi boneya Hefteya Mafên Mirovan derbarê qedexeyên çalakiyan, astengkirina derbirina ramanê, girtin, îşkence, tecrîta li ser girtiyan û girtina Seroka Yekîtiya Bijîşkên Tirkiyê Şembnem Koruru Fîncaci ku diyar kiribû dewleta Tirkiyê çekên kîmyewî bikar tîne çalakiyek lidarxist. Di çalakiyê hate ragihandin kêşeya Kurdî divê bi rêya demokratîk bê çareserkirin, ne bi rêbazên şer.
Seroka Şaxa Stenbolê ya Komeleya Mafên Mirovan (IHD) Gulseren Yolerî diyar kir: "Li dijî rêxistinên jinan, aktîvîstên mafên mirovan her diçe zilma polîsan zêdetir dibe. Derbirina azadiyan û her cûre pêkanîna çalakiyan têne qedexekirin. Di sala 2022an de li gorî serdema Rewşa Awarte çewsandina li ser medya û parastvanên mafên mirovan 10 qatan zêdetir bûye û ev yek rê li ber metirsiyan vedike. Kêşeya Kurdî yek ji kêşeyên mezintir e li ber demokratîkbûna Tirkiyê. Hê jî şer û pevçûn berdewam dikin. Em wekî aktîvîstên mafên mirovan dixwazin kêşeya Kurdî bê çareser kirin lê ne bi şer bi rêya rêbazên demokratîk."
Di çalakiya Komeleya Mafên Mirovan de hate ragihandin, wek li hemû dinyayê li Tirkiyê jî civak li dijî kiryarên der mirovî û binpêkirinên mafên mirovî dengê xwe bilind dike. Lê Tirkiye guhê xwe li daxwazên çareseriya kêşeyên civakê digire û bi rêya zordestiyê hewl dide her kesî bixwe in kontala xwe.
Nûnera Weqfa Mafên Mirovan ya Tirkiyê Umît Efe ji K24ê re diyar kir: "Gelek endamên komele û weqfa mafên mirovan hatine girtin û di girtîgehan de ne, ji ber ku li dijî îşkenceyê û binpêkirina mafên mirovî raport amade kirine û raya giştî agahdar kirine. Tirkiyê îmze avêtiye binê peymana parastina mafên mirovan, lê ew bi xwe hemû mafan binpê dike."
Li gorî raporta Weqfa Mafên Mirovan ya Tirkiyê di sala 2022an de desthilata Tirkiyê temamî destê xwe ji referansa mafên mirovan kişandiye û zor daye polîtîkayên ewlehiyê û vê yekê kiriye ku asta binpêkirina mafên mirovan bi taybet jî di rêbaza çareseriya kêşeya Kurdî de bigihîje asteke metirsîdar.
Di raportê de hatiye destnîşankirin ku li Sûriyê û Herêma Kurdistanê di encama operasyonên leşkerî yên di sala 2022an de 85 hêzên ewlehiyê, 20 leşker, 188 şervan û 24 medenî jî di navê de bi giştî 317 kesan canê xwe ji dest daye.