Îmamoglu bang li welatiyan dike ku li ber avahiya Dadgeha Stenbolê kom bibin

Serokê Şaredariya Stenbolê Ekrem Îmamoglu bi tohmeta ku sivikatî li Lijneya Hilbijartinê ya Bilind kiriye li Dadgeha Stenbolê hate dadgehkirin.

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Şaredariya Stenbolê Ekrem Îmamoglu bi tohmeta ku sivikatî li Lijneya Hilbijartinê ya Bilind kiriye li Dadgeha Stenbolê hate dadgehkirin. Dadgeh dê di derheqê Îmamoglu de biryara xwe di saet 16:00ê de eşkere bike.

Ekrem Îmamoglu ji bo pêşwazîkirina biryarê bang li welatiyan dike ku li ber avahiya Dadgeha Stenbolê kom bibin.

Herwiha Cîgirê Serokê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Muharrem Erkek jî li ber dadgehê ji medyayê re axivî û got, yê tê dadgehkirin Ekrem Îmamoglu nîne, lê vîna welatiyan e.

Muharrem Erkek diyar kir: “Ev dadgehkirin, bi serê xwe ve cihê xemgîniyê ye û mirov ser hizir dike. Di rastiyê de li vir ya tê dadghekirin vîna Stenbolê ye. Tenê Ekrem Îmamogluyê ku du caran wekî Şaredarê Stenbolê hatiye hilbijartin nayê dadgehkirin. Demokrasî tê dadgeghkirin. Vîna dengdêran tê dadgehkirin. Bi rastî jî tam dozeke bêhişî û ehmeqî ye. Hûn dizanin ev doz li ser gengeşeyên ehmeq hatibû vekirin.”

Di hilbijartinên şaredariyan de Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu ji Ekrem Îmamoglu re gotibû “ehmeq”, li ser vê yekê Ekrem Îmamoglu jî bersiv dabû û jê re gotibû "Kesên ku di 31ê Adarê de hilbijartin betal kirin, ehmeq in".

Piştî vê yekê, derbarê Ekrem Îmamoglu de bi tohmeta ku "sivikatî li Lijneya Hilbijartinê ya Bilind kiriye" doz hate vekirin, lê Îmamoglu wê demê eşkere kiribû ku wî ev peyv ji Suleyman Soylu re gotiye.