Nêçîrvan Barzanî: Em kar dikin ji bo Kurdistan ji hemûyan re bibe penageheke aram
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya Roja Cîhanî ya Kemîneyan peyamek belav kir û tekez kir, “Em kar dikin ji bo Kurdistan wek her dem ji hemûyan re bibe penageheke aram.”
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 18ê Berfanbarê bi boneya Roja Cîhanî ya Kemîneyan peyamek belav kir û ragihand: "Di Roja Cîhanî ya Kemîneyan de em tekezî li ser firehî, pêkvejiyan, lêborîn û hevqebûlkirina hemû pêkhateyên netewî û olî û parastina mafên wan dikin.”
Nêçîrvan Barzanî got: “Em kar dikin ji bo Kurdistan wek her dem ji hemûyan re û bê cudahî bibe penageheke aram.”