Li Kabulê di teqîna tankeke sotemeniyê de 19 kesan canê xwe ji dest dan
Navenda Nûçeyan (K24) – Rayedarên Afxanîstanê ragihandin, şeva borî di encama teqîna tankeke sotemeniyê ya li bakurê Kabula Paytext de, herî kêm 19 kesan canê xwe ji dest dan.
Berdevkê Parêzgeha Parwan Seîd Himmetullah Şemîm îro Yekşemê got, teqîna di Tunêla Salangê ku 80 kîlometran li bakurê Kabulê ye pêk hatiye.
Diyar kir jî, di encamê de jin û zarok jî di nav de herî kêm 19 kesan canê xwe ji dest dan û 32 kes jî birîndar bûn. Destnîşan kir jî, tê pêşbînîkirin ku hejmara qurbaniyan zêde bibe.
Ji aliyê xwe ve, Berdevkê Wezareta Karên Giştî Mewlewî Hamidullah Misbah jî got ku agir hatiye vemirandin û hîn jî tîmên taybet ji bo paqijkirina tunelê dixebitin.