Li Herêma Kurdistanê zêdetirî hezar derfetên veberhênanê têne pêşkêşkirin

Serokê Desteya Veberhênanê ya Herêma Kurdistanê Mihemed Şukrî diyar kir ku nêzîkî hezar û 300 derfetên veberhênanê ji bo sala bê li Herêma Kurdistanê amade ne.

Hewlêr (K24) – Serokê Desteya Veberhênanê ya Herêma Kurdistanê Mihemed Şukrî tevî ragihandina damezrandina sindoqa veberhênanê û dirustkirina markaya Kurdistanê, diyar kir ku nêzîkî hezar û 300 derfetên veberhênanê ji bo sala bê li Herêma Kurdistanê amade ne.

Mihemed Şukrî îro Pêncşemê 22yê Berfanbara 2022yan, di konferanseke rojnamevanî de eşkere kir, di nava îsal de 13 moletên veberhênanê hatine betalkirin û hewl hatiye dayîn ku careke din derfetên veberhênanê bidin veberhênerên din.

Şukrî li ser plana Desteya Veberhênanê ji bo sala bê diyar kir: “Plana veberhênan ji bo sala 2023yan hatiye amadekirin û dê di rêberekê de were çapkirin. Hezar û 306 derfetên veberhênanê tê de hene û ji wan 330 derfetên veberhênana kesk in.”

Herwiha eşkere kir: “Li projeyên veberhênanê, zêdetirî 130 hezar destên kar bi awayekî rasterast di projeyên me de kar dikin û bi hezaran kesên din jî bi awayekî nerasterast derfetên kar ji bo wan pêk hatiye û me hewl daye %75ê projeyan destê kar ê navxwe be.”

Serokê Desteya Veberhênanê bal kişand ser hewldanên desteyê ji bo rakişandina veberhênerên biyanî û got: “Bi rizamendiya Serokwezîr, em markaya Kurdistanê radigihînin ku bi navê Invest Kurdistan e, malpereke nû ji bo vê dê were dirustkirin, da ku veberhênana biyanî zêdetir bo Herêma Kurdistanê rabikêşin.”