Sekreterê Giştî yê NATOyê: Putin dixwaze bakurê Ewropayê dagir bike
Jens Stoltenberg amaje bi planeke nû ya Serokê Rûsyayê ya dagirkirina bakurê Ewropayê dike û eşkere kir, Rûsya çekan ji Îran û Koreya Bakur werdigre û amadekariya êrîşeke berfireh dike.
Navenda Nûçeyan (K24) – Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg amaje bi planeke nû ya Serokê Rûsyayê ya dagirkirina bakurê Ewropayê dike û eşkere kir, Rûsya çekan ji Îran û Koreya Bakur werdigre û amadekariya êrîşeke berfireh dike.
Jens Stoltenberg îro Pêncşemê 26ê Çileya 2023an ragihand: “Ti nîşaneyek negihîştiye me ku Serokê Rûsyayê Vladimir Putin armanca xwe ya şer û dagirkeriyên xwe yên li Ukraynayê guherandibe.”
Stoltenberg destnîşan kir, Putin hewla dagirkirina bakurê Ewropayê dide û niha jî amadekariyê dike ji bo êrîşeke din, ku bi hezaran serbaz amade dike û çekan ji Îran û Koreya Bakur werdigre.
Sekreterê Giştî yê NATOyê tekezî li ser berdewamiya alîkariya serbazî bo Ukraynayê kir û ragihand, şandina çek û teqemenî û tank bo Ukraynayê girîng e û divê rahênan jî bi Ukrayniyan were kirin, da ku bizanin çawa dikarin sîstem û çekên NATOyê bi kar bînin.
Derbarê biryara hinek ji welatên Ewropayê, Kanada û Amerîkayê ji bo şandina tankan bo Ukraynayê, Jens Stoltenberg pêşwazî li vê biryarê kir û ragihand, ew bawer e ku di demeke nêz de ev pêngav dê biçe warê cîbicîkirinê.