Li piraniya herêmên Rojavayê Kurdistanê berf barî

Navenda Nûçeyan (K24) – Li piraniya herêmên Rojavayê Kurdistanê berf barî û rêyên hejmarek gundên Efrînê hatin girtin.

Pêleke barîna berf û baranê li herêmên Efrîn, Kobanê, Qamişlo jî îro danê sibê ve dest pê kir û pileyên germayê jî daketin.

Li gor zanayriyên K24ê, li herêma Efrînê rêya gundên navçeyên Raco, Mabeta û Bilbil ji ber berfê hatin girtin.

Li gor pêşbîniyên keşnasiyê, ev pêla berf û baranê di dirêjahiya vê hefteyê berdewam dibe.