Ewlekariya Niştimanî ya Îraqê haydariyên nû li ser êrîşa Kormorê eşkere dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Dezgeha Ewlekariya Niştimanî ya Îraqê Basim Bedrî li Londonê zanyarên nû di derheqa êrîşa dawiyê ya li ser Zeviya Kormorê ya Gazê de eşkere kirin û got ku dibe ku ew êrîş têkildarî aloziyên siyasî yên navxweyî yên Herêma Kurdistanê, bi taybetî nakokiya di navbera YNK û PDKê de be.
Basim Bedrî îro îro Çarşem, 11ê Mijdara 2026ê, di çarçoveya panelekê de li Peymangeha “Chatham House”ê li Londonê behsa arêşeyên ewlehiyê û êrîşên li ser Îraqê û Herêma Kurdistanê kir û got: "Bi rastî armanckirina Herêma Kurdistanê yek ji arêşeyên mezin e ku em pê re rû bi rû ne, ku gefeke berdewam e, herwisa em piştrast in ku Îraq xwedî şiyan û ezmûneke baş e di warê rûbirûbûna terorê de, û ew ezmûna me di rûbirûbûna DAIŞê û rêxistinên din ên terorîst de ji bo hemî cîhanê zelal e û hatiye selimandin."
Navbirî herwisa got: "Lê asta gefan cuda ye û tên guhertin, niha qebareya êrîş û gefan du qat bûye, ku êrîşên dronî û mûşekî yên dûravêj vedigire, û êrîş jî li derveyî sînor tên kirin. Ew êrîşa ku li ser Kormorê hatiye kirin bi temamî cuda ye, û wekî ji bo hemiyan zelal e, niha qeyraneke siyasî di navxweya Herêma Kurdistanê de di navbera Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê û Partiya Demokrat a Kurdistanê de heye."
Her di wê panelê de, Basim Bedrî di bersiva pirsa yek ji amadebûnan de got: "Ez nizanim zanyarên te medyayî ne an hewalgirî ne daku ez bersiva te bidim, lê bi hêsanî ez dikarim ji te re bibêjim ku dibe ku ew êrîş ji aliyê aliyekî Kurdî ve hatibe kirin. Lê em nikarin bibêjin ku komeke çekdar an aliyekî derve ye, lewra divê bi hûrbînî em bi mijarê re tevbigerin."
Navbirî herwisa ragihand: "Ya giring ew e wekî Hikûmeta Îraqê nîşan û zanyar hene, bi taybetî li ser vê êrîşa dawiyê ya ku hatiye kirin, ez bi xwe jî bi taybetî zanyar li ser reng û awa û arasteya wê êrîşê hene. Lê ne guncayî ye ku ez behs bikim, em vê ji bo dema wê dihêlin."
Li Yekşema borî, 8ê Mijdara 2026ê, êrîşeke din a dronî li ser Zeviya Kormorê ya Gazê li nahyeya Qadirkeremê ya girêdayî qezaya Çemçemalê hat kirin. Di encama wê êrîşê de ku pişka "zeviya kevn" û taybet bo berhemanîna gaza malan (LPG) hatibû armancgirtin, şewateka mezin di nav wê zeviyê de çê bû û zirareka zêde ya madî gihîşt wê; lê ji ber lêdana zengila hişyariyê berî wê êrîşê û çûna karkeran bo penagehan, ti zirarên canî çê nebûn, her çend berhemanîna gazê bi temamî hat rawestandin.
Zeviya Kormorê ya Gazê ku ji sala 2007ê ve ji aliyê kompaniya Dana Gasê ve veberhênanê dike û ji sala 2008ê ve ketiye nav pişka berhemanînê, çavkaniya sereke ya dabînkirina sotemeniyê ye bo santralên elektrîkê. Ev zeviya ku zêdetirî 1 trîlyon û 800 milyar pêyên sêca yên gaza xwezayî tê de heye, nêzî %67 ji elektrîka Herêma Kurdistanê (nêzîkî 3,700 megawatan) dabîn dike û bi riya lûleyan gazê bo westgehên Hewlêr û Çemçemalê dişîne.
Piştî van rûdanan û ji bo lêkolînkirina hûrgiliyên vê êrîşa tawankarî, Serokwezîr û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Îraqê Elî Zeydî roja paştir Duşem, 9ê Mijdara 2026ê, piştî hevahengî û hevkariya ligel aliyên peywendîdar ên Herêma Kurdistanê, biryara pêkanîna lijneyeke lêkolînê ya hevpar da, daku sedem û bikerên vê destdirêjiyê eşkere bikin.