Danagas: Herêma Kurdistanê rojane 500 milyon sêca gaz berhem tîne
Kompaniya Danagas a Îmaratî ragihand, berhemanîna gazê ya li Herêma Kurdistanê gihîştiye asteke pîvanî û rojane 500 milyon sêca gaz tê berhemanîn.
Hewlêr (K24) – Kompaniya Danagas a Îmaratî ragihand, berhemanîna gazê ya li Herêma Kurdistanê gihîştiye asteke pîvanî û rojane 500 milyon sêca gaz tê berhemanîn.
Kompaniya Danagas di daxuyaniyekê de eşkere kiriye, Herêma Kurdistanê di meha Çileya 2023an de rojane 500 milyon metre sêca gaza sirûştî berhem aniye.
Herwiha diyar kiriye ku di sala 2022an de vê kompaniyê 182 milyon Dolar li Herêma Kurdistanê qezenc kiriye.
Danagas destnîşan dike ku di sala 2022an de li gor sala 2021ê, dahata kompaniyê bi rêjeya %53 zêde bûye.
Danagas li Rojhilata Navîn yekem û mezintirîn kompaniya berhemanîna gaza sirûştî ye û di sala 2005an de hatiye damezrandin û li bazara Ebû Dabî navê wê hatiye tomarkirin. Ev kompanî li Misir, Herêma Kurdistanê û Îmaratê kar dike.