Mesrûr Barzanî: Pêşangeha Navdewletî ya Otomobîlan li Hewlêrê bi awayekî baş hatiye rêkxistin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand, Pêşangeha Navdewletî ya Otomobîlan li Hewlêrê bi awayekî pir baş hatiye rêkxistin û got: “Ez hêvî dikim ku her kes bibe xwediyê otomobîla xwe.”

Îro 2ê Adara 2023an Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî Mesrûr Barzanî Pêşangeha Navdewletî ya Otomobîlan li Hewlêrê vekir.

Mesrûr Barzanî di gotarekê de ragihand, “Ez gelek kêfxweş bûm ku serdana Pêşangeha Navdewletî ya Otomobîlan li Hewlêrê kir. Ez destxweşiyê li rêkxerên pêşangehê dikim ku bi rastî pêşangeh di astek pir bilind û pir xweşik û bi rêkûpêk de rêkxistine.”

Di beşeke din a gotara xwe de got: “Otomobîlên pir xweşik li pêşangehê hatine nimayişkirin. Bi min xweş e ku dibihîsim ku li Herêma Kurdistanê gelek daxwaz li ser kirîna otomobîlên wiha heye.”

Di dawiya gotara xwe de Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: “Ez hêvî dikim ku her kes bibe xwediyê otomobîlên xwe û bigihîne xewna xwe.”