Serok Barzanî pêşwazî li Serokê Hevpeymaniya Niştimanî kir
Serok Mesûd Barzanî ligel Serokê Hevpeymaniya Niştimanî li ser rewşa siyasî ya Iraqê û çawaniya çareserkirina kêşeyan gotûbêj kir.

Hewlêr (K24) – Serok Mesûd Barzanî ligel Serokê Hevpeymaniya Niştimanî li ser rewşa siyasî ya Iraqê û çawaniya çareserkirina kêşeyan gotûbêj kir.
Roja Sêşemê 7ê Adara 2023an, li bajarê Hewlêrê, Serok Barzanî pêşwazî li Serokê Hevpeymaniya Niştimanî Eyad Elawî kir.
Li gor daxuyaniya Baregeha Barzanî, di hevdîtinê de herdu aliyan li ser rewşa siyasî ya Iraqê û çawaniya çareserkirina kêşeyan û derbaskirina zehmetiyan, danûstandina fikr û ramanan kirine.
