Civîna Mesrûr Barzanî û Mihemed Şiya Sûdanî dest pê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Civîna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî berî bîsetekê li Bexdayê dest pê kir.

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî îro 4ê Nîsana 2023an li avahiya Encûmena Wezîran pêşwazî li Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî kir, piştre jî civîna wan dest pê kir.

li Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro bi serokatiya şandeke hikûmî ya bilind gihîşt Firokxaneya Navdewletî ya bexdayê û Wezîrê Petrola Iraqê Heyan Ebdulxenî, Wezîrê Avedankirin, Nişticihbûnê Bengîn Rêkanî, Serokê Nûnertiya Herêma Kurdistanê li Bexdayê Faris Îsa û Cîgirê Serokê Encûmena Nûneran Şaxewan Ebdulla pêşwazî lê kirin.

Ji aliyê xwe ve jî, Serokwezîr Mesrûr Barzanî li twîttera xwe nivîsî: ”Ez ji bo gotûbêjkirina qonaxên dawî yên rêkeftina me ya derbarê destpêkirina hinardekirina petrolê de, ber bi Bexdayê ve bi rê ketim.”