Baranê deriyên dibistanên Şirnex û Colemêrgê girtin
Navenda Nûçeyan (K24) – Li Şirnex û Colemêrgê ji ber barana bihêz, betlane bo dibistanan hate ragihandin.
Rêveberiya Perwerdehiyê ya Şirnexê û ragihand, ji ber egera baraneke bihêz îro betlane bo dibistanan hatiye ragihandin. Herwiha îcaze bo kesên nivîşkan û xwedî pêdiviyên taybet ên li dezgehên hikûmî kar dikin, hatiye dayîn.
Li bajarê Colemêrgê jî baraneka zêde barî û ava baranê li çendîn kolan kom bû û derbasî hina malan bû. Parêzgeha Colemêrgê jî betlane bo dibistanan ragihand.
Her wiha ji ber hatina herî û paşmayên lehiyê bi riya Wan û Colemêrgê de û ji ber barîna berfê jî riya Wan û Mîksê, di çarçoveya rêkar û bergiriyan de hatine girtin.