13 gundên herêma Cizîrê ji ber baran û teyrokan ziyan dîtine
Navenda Nûçeyan (K24) – Ji ber baran û bahozê ziyan gihîştiye berhemên çandiniyê yên 13 gundên herêma Cizîra Rojavayê Kurdistanê. Her wiha Baranê jî ziyan gihandiye derdora hezar hektar zeviyên rojhilatê Helebê.
Desteya Çandiniyê yê Rêveberiya Xweser da zanîn, ji er barîna baran û teyrokan, ziyan gihîştiye zeviyên gundên Derbêsî û Zergan û berhemên 13 gundên herêmê wêran bûne.
Li gorî komîteya berhemdanê ya giyayan a Desteya Çandinî û Avdanê ya Herêma Cizîrê, teyrok herî zêde li herêma ji başûrê Zirganê heta bi rojhilatê Dirbêsiyê bariye.
Li gorî gerînendetiyên çandiniyê yên li Zirgan û Dirbêsiyê, gundên Besîs, Mesede, Torat, Aliya, Til Emîr, Til Hirmil, Xidrawî, Dekok, Kerdo, Sîhe, Hilêwe, Hesok û Dibiş herî zêde ziyan dîtine.
Desteyê diyar kir ku çandiniya ku li van gundan zirar dîtiye jî peqle, genim, ceh, gijnîş û hwd in.
Ji aliyekî din ve, Rêvebirê Rêveberiya Çandiniyê li Helebê Ridwan Harsûnî got, barana vê dawiyê, ziyaneke mezin gihandiye zeviyên çandiniyê li herêma rojhilatê Helebê. Li gorî Hersûnî, nêzîkî hezar hiktar genim, ceh, fasûlî, birinc, xiyar, genim, kemûn, kesakahî û zeytûn têk çûne.
Hersûnî Diyar kir jî, ji ber barana zêde ziyan gihaye gundên derdora bajarê El-Bab, Toman, Til Eren, Bîre, Ebû Teltel û Mezret El-Hemdiye.