Li Edenê bi hêza 4.2 pile erdhej rûda
Li navçeya Saîmbeylî ya ser bi parêzgeha Edenê ya Tirkiyê erdhejeke bi pileya 4.2 rûda.
Navenda Nûçeyan (K24) – Li navçeya Saîmbeylî ya ser bi parêzgeha Edenê ya Tirkiyê erdhejeke bi pileya 4.2 rûda.
Serokatiya Rêvebirina Rewşa Bilez û Karesatan (AFAD) li ser malpera xwe ragihand, li navçeya Saîmbeylî ya ser bi parêzgeha Edenê, bi hêza 4 pile erdhej qewimî.
AFADê herwiha diyar kir ku erdhej di demjimêr 12:37 xulekan de û 7 kîlometre di bin erdê de rûdaye.
Sibeha roja 6ê Sibata 2023an li navçeyên Pazarcix û Elbîstanê yên parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê 2 erdhejên bi hêza 7,7 û 7,6 rû dabûn û di encamê de zêdetirî 50 hezar kesan canê xwe ji dest dan.