Li deşta Şarezûrê 12 cûre xiyar tên berhemanîn

Niha li deşta Şarezûrê werzê çandina şitlên xiyaran e, cotkar ji ber ku bi rojî ne, danê sibê zû dest bi çandina şitlên xwe dikin.

Şarezûr (K24) – Niha li deşta Şarezûrê werzê çandina şitlên xiyaran e, cotkar ji ber ku bi rojî ne, danê sibê zû dest bi çandina şitlên xwe dikin.

Xiyara Şarezûrê gelek bi tam e û li bazarên Kurdistanê daxwazeke mezin li ser heye, bazarên sewze û mêweyan ên li naverast û başûrê Iraqê jî ji bo kirîna vê berhemê, têne deşta Şarezûrê.

Cotkarekî deşta Şarezûrê yê bi navê Xesrew Caf ji K24ê re ragihand: “Em li cûreyên baş ên şitlên hemû cûreyên sewzeyan digerin, ji bo îsal, me şitlên nû yên xiyaran aniye, ku me 12 cûre şitl anîne, ku cara yekem e têne Kurdistanê, ev cûre xiyar, Holandî û Fransî ne.”

Xesrew Caf destnîşan dike: “Sala borî di vê demê de, me şitlên xwe zûtir diçandin û ji tirsa bi şev me karê xwe dikir, lê îsal ji tirsa sermayê bi roj şitlên xwe diçinin.”

Dawiya meha Adarê û destpêka meha Nîsanê, cotkar dest bi çandina şitlên xiyaran dikin, piştî sê mehan berhem dide û xiyarên Şarezûrê jî ji ber tam û çêja xwe, daxwazeke mezin li ser e û bo bajarên naverast û başûrê Iraqê jî têne şandin.