Bo cara yekem.. Pehlewanekî Macarî li ser benekî çemê Danûbê derbas dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Pehlewanê ku gelek xelat wergirtine, Laszlo Simet Jr. bû kesê yekem ku li Budapeştê, çemê Dunûbê li ser ben derbas dike, wekî beşek ji projeyeke Navenda Hunerê ya Sîrkê ya Niştimanî ya Macarîstanê ve.
Ev çalakî di merasîma vekirina 10emîn Lîstikên Olîmpiyatê Navdewletî yê Şanoyê ku di Roja Sîrkê ya Cîhanê de birêve çû, hat nîşandan.
Laszlo Simet Jr ku 2 hefteyan amadekarî ji bo vê numayişê dikirin, piştî vê numayişê got, tevî ku asman ewr bû, lê baş bû ku ba û baran rihet jî rawestiyabûn.
Laszlo Simet bêyî ku kembera ewlehiyê bibeste, karî demarên xwe li ser benekî 300 metre dirêj û tenê 22 mîlîmetre stûr bigirta û bi serkeftin birîna çemê bidawî bikira.