Tê pêşbînîkirin roja Înê yekem roja Cejna Remezanê be
Navenda Nûçeyan (K24) – Çend roj ji bo bidawîhatina Meha Remezanê mane, Misliman jî li benda roja Cejna Remezanê ne. Li gorî pêşbîniyên stêrnasiyê, dibe ku roja Îniyê 21ê Nîsana 2023an Cejna Remezanê be.
Dadgeha Bilind a Erebistana Siûdî daxwaz dîtina heyva Şewalê di êvara roja Pêncşemê de dike ku dike roja 29ê Remezana 1444an Koçî.
Enstîtuya Niştimanî ya Lêkolînên Stêrnasiyê li Misrê, çend roj berê raporek weşandibû û gotibû, li gorî hesabên stêrnasiyê, tê pêşbînîkirin ku Remezana îsal 29 rojan bidome û roja Înê bibe destpêka meha Şewalê ya sala 1444an.
Ji aliyê stêrnasiyê vet ê pêşbînîkirin ku heyva Şewwal roja Pêncşema bê li piraniya welatên erebî û îslamî were dîtin, Bi vî awayî jî, destpêka Şewala sala 1444ê Koçî dê roja Îniyê be, ku 21ê Nîsana 2023an, dibe roja yekem a Cejna Remezanê.