Erdhej bû sedem ku li Semsûrê ajalvanî ber bi nemanê ve biçe

Diyarbekir (K24) – Li Semsûrê yek ji çavkaniyên dahatê yê girîng ajalvanî ye ku piştî erdhejê qada ajalvaniyê jî ziyaneke mezin dît û gelek ajal telef bûn. Ajalvan dibêjin, ajalên ji erdhejê rizgar bûne jî ji ber lêçûnên xwedîkirinê bo wan bûne barekî giran.

Li Semsûrê di warê çavkaniyên dahatê de çandinî di rêza yekem de ye û di rêza duyem de jî ajalvanî heye ku erdhejê zirarek mezin gihand qada ajalvaniyê û ji ber ku gelek axur rûxiyan niha ajal di çadiran de dimînin. Di erdehejê bi hezaran ajal jî telef bûn. Ji ber vê rewşê jî li gelek gundan kar û xebatên ajalvaniyê hatiye asta rawestanê.

Li gorî daneyên Gerînendehiya Ajalvanî û Çandiniya Semsûrê li tevahiya Semsûrê 618 hezar û 815 ajal di qada ajalvaniyê de bo dahatê tên bikaranîn û ajalvan dibêje erdhejê derbek mezin li wan daye.

Dema qada ajalvaniyê zirarê bibîne ev yek bandorê li hilberîna goşt, şîr, mast, penêr û tekstîlê jî dike ku ajalvan dibêjin ji ber ku dahata wan nemaye û lêçunek zêde bo xwedîkirina ajalan diçe dibe ku ew dest ji vî karî berdin.

Ajalvan balê dikêşin ku eger heta zivistana bê bo ajalan axurên nû neyên çêkirin dê ji zivistana bê pê de ajalvanî li Semsurê ber bi nemanê ve biçe.”