Hikûmeta Herêma Kurdistanê betlaneya cejna Remezanê ragihand

Navenda Nûçeyan (K24) – Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, bi boneya cejna Remezanê, ji 20ê Nîsanê û heta 24ê Nîsana 2023an,  li hemû saziyên hikûmetê betlane ye.

Fermangeha Medaya û Zanyariyan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro 18ê Nîsana 2023an di daxuyaniyekê de ragihand, Bi boneya cejna Remezanê ya pîroz, ji roja pêncşemê 20ê Nîsanê û heta roja duşemê 24ê Nîsana 2023an, li hemû saziyên Herêma Kurdistanê betlaneya fermî ye.

Fermangeha Medaya û Zanyariyan diyar kir jî, Roja sêşemê 25ê Nîsana 2023an, dewama fermî ji nû ve dest pê dike.