Li Mereşê bahoz û bablîsok: Kesekî canê xwe ji dest da û 44 kes birîndar bûn
Li navçeya Pazarciz a ser bi parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê ku navenda erdheja 6ê Sibatê bû, bahoz û bablîsok çêbûn, di encamê de kesekî canê xwe ji dest da û 44 kes jî birîndar bûn.
Navenda Nûçeyan (K24) - Li navçeya Pazarciz a ser bi parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê ku navenda erdheja 6ê Sibatê bû, bahoz û bablîsok çêbûn, di encamê de kesekî canê xwe ji dest da û 44 kes jî birîndar bûn.
Li navçeya Pazarcix a Mereşê di demjimêr derdora 16:00 danê êvarê, piştî baran û teyrokê li navçeyê bahozek bihêz rabû.
Qurbaniyên erdhejê ku di konan de dijîn, rûbirûyî bahozê bûn, ku bahozê li taxa Memîş Ozdal banê beşek ji xaniyan û bi dehan kon firandin. Ji ber hêza bahozê, xaniyên konteyner û otomobîl wergeriyan.
Parêzgarê Kordînator ê Kirikkale Bulent Tekbiyikoglu ku piştî erdhejê li Mereşê hatiye erkdar kirin ragihand, ji ber bahozê kesekî canê xwe ji dest daye û 8 jê giran 44 kes birîndar bûne. Herwiha bahozê zirar û ziyan gihandiye 170 konên qurbaniyên erdhejê.