Li Kerkûkê komeke teroristî hate girtin
Navenda Nûçeyan (K24) – Fermandariya Polîsa Parêzgeha Kerkûkê di daxuyaniyekê de ragihand, wan komeke terorîstî ya ser bi DAIŞê ve girtine.
Di daxuyaniyê de hat gotin, yek ji wan çeteyan, rêveberekî payebilind ê DAIŞ'ê li Kerkûkê ye.
Desteserkirin vê komê piştî wê yekê tê, şeva borî du kesên li ser motorsîkletê gule berdan yekîneyeke polîsan li bazara Panca Elî û di encamê de polîsek bi giranî birîndar bû.
Li gor daxuyaniya Polîsa Kerkûkê, Îro hêzên Asayîşa Niştimanî, Dezgeha Îstixbaratê û Fermandariya polîsên Kerkûkê li nav bajêr dest bi operasyonekê kirin, wan çend çekdar li Kerkûkê girtine, ku berpirsên rasterast ên bûyera şeva borî û çend kiryarên din ên Kerkûkê bûne.
Li gor zanyariyên peyamnêrê K24ê, di dema borî li Kerkûk û navçeyên ser bi wê ve çendîn kiryarên terorîstî rû dan, şeva borî efserek û polîsek hatin kuştin, di bûyeke din de jî pêşmergeyek şehîd bû û pêşmergeyekî din jî hat revandin ku destê vê komê di wan kiryaran de hebû.