Di cejnê de welatî serdana cihên geştyariyê yên Diyarbekirê dikin
Nav sûr û kela Diyarbekirê, pira dehderî û seyrangehên Diyarbekirê, di rojên cejnê de, ciyên bi girseyî serdana geştiyar û welatîyan e.
Diyarbekir (K24) - Di cejna Remezanê de, welatiyên ji Diyarbekirê û geştiyarên ku ji derveyî bajêr hatibûn, seyrangeh û ciyên geştiyarî bi girseyî tije kirin. Geştiyarkar jî bale dikşînin ku erdhêjê dilnigariyan li pişt xwe hiştiye û loma serdana geştiyaran kêmbûbe jî, werdanên bo Diyarbekirê dê zêdetir bibin.
Nav sûr û kela Diyarbekirê, pira dehderî û seyrangehên Diyarbekirê, di rojên cejnê de, ciyên bi girseyî serdana geştiyar û welatîyan e.
Geştiyarkar radigihînin ku ji ber bandorên erdhêjê gelek serdanên ve cejnê hatine betalkirin û taloqkirin, lê Diyarbekir bi taybetmendiyên xwe û tamên xwe her diçê zêdetir bala geştiyaran dikşîne.
Geştyarekî bi navê Edîp Paçal ji K24ê re ragihand: “Piştî pandemiyê kerta geştiyarî li Diyarbekirê gelek baş bûbû û beriya erdhêjê jî rezervasyon hatibûn kirin û dê gelek baş derbas bibûya. Lê ji ber erdhêjê gelek kesan serdanên xwe betal kirin. Niha jî dîsa bizaveke baş destpê kiriye û diyar e ku dê piştî cejnê dîsa Diyarbekir bibe navenda serdanan. Diyarbekir, xwedî çand û dîrokeke ku ji 10-12 hezar sal berê ve berdewam dike ye û her çandekî mîrateyekî hiştiye,dîsa tamên xwarinên bajêr ku ji 70 cureyan zêdetir nîşaneyên wecîh wergirtine jî sedem e ku her tim ev bajêr bibe navenda geşt û sedanan.”
Welatîyên ku ji Herêma Kurdistanê û bajêrên bakur bo geştê hatine Diyarbekirê jî li ciyên dîrokî û balkêş geştên xwe dikin û tamên xwarinên Diyarbekirê ditamînin.
Geştyarê bi navê Omer Abdurrahman ji K24ê re diyar kir: “Ez gelek caran têm Diyarbekirê. Ji ber ku ciyekî xweş e û ji bo seyahate baş e. Salane 2-3 car tên Diyarbekirê, ciyekî xweş e, divê xelkê me bên û li vê derê bigerin, bibinin. Xwarina cigerê bom in pir xweş e. Em bo 2 rojên cejnê hatin û emê dîsa vegerin. Ez û 3 hevalên xwe hatine.”
Herwiha geştyar Gaye Çelîk jî dibêje: “Ez û dayîka xwe em ji Mêrdînê hatine. Vê derê xweş e û em jî di cejnê de digerin. Cîger û kebabên vê derê em pir hez dikin.”
Di rojê duduyên cejnê de, welatiyên ji Diyarbekirê û yên ku ji bajêr û deverên din hatine, ciyên seyrangeh û geştiyarî bi grseyîi tije kirine. Li vê derê hem xwarin û tamên xweş dixun û hem jî şûnwarên ku baa wan dikşîne digerin û demên xwe bi xweşî derbas dikin.