Li Şirnexê 20 welatî hatin binçavkirin

Polîs
Polîs

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarokê Hezexê yê ser bi Şirnexê ve hêzên ewlehiyê avêtin ser du gundan û 20 welatî binçav kirin.

Heta niha sedema desteserkirina welatiyan nayê zanîn û her wiha ne diyar e kesên binçavkirî bo kîjan bingeha hêzên ewlehiyê hatine birin.

Di 23ê Nîsanê de li ser riya Cizîr û Hezexê êrîşeke çekdarî li dijî otomobîlekê hatibû kirin û kesek hatibû kuştin û du kes birîndar bûbûn. Li gor zanyariyan ev êrîş li dijî pasewanên ewlekariyê yên ku meha borî gerîlayekî PKKê girtibûn û radestî arteşa Tirkiyeyê kiribûn, hatiye kirin.

Piştî girtina wî gerîlayî, Hêzên Parastina Gel (HPG) bi daxuyeniyekê sûnda tolhildanê xwaribû.