Jêderek bo K24: Şandeke Herêm û Bexdayê serdana Tirkiyê dike
Hewlêr (K24) – Jêderekî agahdar ji Kurdistan24ê re ragihand, şandeke Herêma Kurdistanê û Iraqê serdana Tirkiyê dike.
Jêderê Kurdistan24ê diyar kir, ligel Bexda û Tirkiyê pêşveçûn heye.
Herwiha destnîşan kir, girêbest ligel çar kompaniyên firotina petrolê hatiye kirin.
Behsa wê yekê jî kir ku ew girêbest bi hevbeşiya ligel Kompaniya Somo û Wezareta Samanên Sirûştî hatiye kirin.
Roja 4ê Nîsana 2023an, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî serdana Bexdayê kir û ji aliyê Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî ve hat pêşwazîkirin, piştre bi amadebûna herdu aliyan, di merasîmekê de rêkeftina destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bi awayekî hevbeş, hat îmzekirin.