Ebdulselam Berwarî: Hin alî dixwazin astengiyan ji bo hilbijartinan çêbikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Endamekî şanda danûstandinan a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bo hilbijartinan tekez kir, PDK ji bo hilbijartinan amade ye, lê hinek alî dixwazin astengiyan ji bo hilbijartinan çêbikin.

Endamekê şanda danûstandinan a PDKê bo hilbijartinan Ebdulselam Berwarî ji K24ê re got, divê hilbijartin di dema xwe de bên kirin û PDK jî ji bo hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê amade ye û ji pêkanîna hilbijartinan natirse.

Got jî, hinek alî dixwazin astengiyan li pêşiya hilbijartinan çêbikin û naxwazin hilbijartin di dema xwe de bên kirin.

Diyar kir jî, Serok Barzanî îro ligel şandeke hevbeş a nûnerên welatên biyanî civiya û di wê hevdîtinê de tekez li ser wê yekê kir ku Kurdistan di ser hemû berjewendiyan re ye û divê hilbijartin di dema xwe de were kirin.

Endamê şanda danûstandinan a PDKê ya ji bo hilbijartinan got jî, eger hilbijartin di dema xwe de neyên kirin, ti wateya demokrasiyê namîne.

Berwarî derbarê rewşa niha di navbera aliyên siyasî de got: “Eger rewşa niha berdewam be, bawer nakim ku hilbijartin bên kirin.”

Her wiha “Divê Dadgeha Bilind a Iraqê roja Çarşemê biryarê bide ku hilbijartinên Herêma Kurdistanê di dema xwe de bên kirin.”