Yekemîn Konferansa Zanistî ya Jenosîda Kurdên Feylî dest pê kir
Bi amadebûna Serok Mesûd Barzanî û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Yekemîn Konferansa Zanistî ya Jenosîda Kurdên Feylî dest pê kir.
Hewlêr (K24) – Bi amadebûna Serok Mesûd Barzanî û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û hejmarek ji nûnerên aliyên siyasî û saziyên hikûmetê, Yekemîn Konferansa Zanistî ya Navdewletî ya Jenosîda Kurdên Feylî li bajarê Hewlêrê dest pê kir.
Di destpêka konferansê de, Şêwirmendê Baregeha Barzanî Elî Feylî gotarek pêşkêş kir û bi navê lijneya serperiştiya konferansê bixêrhatina amadebûyan kir û ragihand: “Tiştê ku hatiye serê me, heta niha jî dengê me weke pêwîst nehatiye bihîstin, em hêvî dikin plan û hewlên me serkeftî bibin û armanca me ya ku em hewla wê didin, pêk were.”
Elî Feylî diyar kir: “Ez spasiya hemû amadebûyan dikim, di ser hemûyan re jî, lêvegerê me yê bilind Serok Barzanî, em wefa û rêzgirtina xwe araste dikin, ji bo biryara wî ya dîrokî ya ji bo lidarxistina yekem konferansa li ser jenosîda Kurdên Feylî, ku ev jî wek helwesta we ya berdewam a piştevanîkirina Kurdên Feylî ye, herwiha em spasiya Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî dikin, ku berdewam alîkarî û piştevaniya Kurdên Feylî dikin, ez spasiya wan dikim ji ber bilindkirina dengê zilmlêkiriyan.”
Di beşeke din a gotara xwe de Elî Feylî diyar kir: “Yek ji sedemên ku wisa kir rejîma Beisê tawanan li dijî Kurdên Feylî encam bide û wan ji welat derbixe, hebûna daxwaza û hezkirina wan a bo Mela Mistefa Barzanî bû, em wê pêwendiya dîrokî jibîr nakin ku di navbera Mela Mistefa û Kurdên Feylî de hebû.”
Herwiha destnîşan kir: “Kurdên Feylî ti tawaneke wan tunebû, tenê ji ber ku Kurd bûn û piştevaniya şoreşa tevgera rizgarîxwaz a Kurd û Mela Mistefa Barzanî dikirin.”