Li Edîrneyê li dijî standa Partiya Çep a Kesk êrîş hate kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Edîrneyê li dijî standa Partiya Çep a Kesk êrîş hate kirin, kesek birîndar bû û du kes hatin desteserkirin.

Li gor medyaya Tirkiyê, li bajarê Edîrneyê li dijî li dijî standa hilbijartinê yê Partiya Çep a Kesk êrîşek hatiye kirin û di encama êrîşê de kesek bi kêran hatiye birîndarkirin.

Kesê birîndar ji bo nexweşxanayê hatiye rakirin û du kes jî hatine desteserkirin.

Ji aliyê xwe ve, namzedê parlamenteriyê yê Partiya Çep a Kesk ê Edîrneyê Serdal Zimba jî li dijî bûyerên provokatîf banga hişmendiyê kir.

Li Tirkiyeyê bi nêzikbûna hilbijartinê re bûyerên tûndûtîjî zêde dibin. Du roj berê jî li Mêrsînê di encama êrîşekê li dijî standa HUDAPARê de, kesek bi giranî birîndar bûbû.

Fly Erbil Advertisment