Baregeha Barzanî: Mihemed Mela Îsa temenê xwe bo xizmeta rêbaza Barzanî û Kurdayetiyê terxan kiribû

Navenda Nûçeyan (K24) – Baregeha Barzanî ji ber koça dawiyê ya kadirê dêrîn ê Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriyê (PDK-S) û kesayetiya niştimanperwer ê ji bajarê Kobanê, peyameke sersaxiyê arasteyî mala Mihemed Mela Îsa û PDK-Sê kir.

Kesayetiya diyar ê bajarê Kobanê û endamê PDK-Sê Mihemed Mela Îsa sala 1950î li gundê Dirfilîtê yê Kobanê ji dayik bûbû, temenê xwe ji bo xizmeta rêbaza Barzanî û Kurdayetiyê terxan kiribû, duhî 2ê Gulana 2023an li Hewlêrê koça dawiyê kiribû.

Peyama sersaxiya Baregeha Barzanî ya ji bo koça dawî ya Mihemed Mela Îsa:

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi xemekî mezin me nûçeya koça dawî ya kadîrê dêrînê Partiya Demokrata Kurdistan - Suriye (Mihemed Mela Îs) naskirî bi (Keko) bihîst. Xwedê jêrazî Mihemed Mela Îs kesayetiyekî niştimanperwer bû ku temenê xwe ji bo xizmeta rêbaza Barzanî û Kurdayetiyê terxan kiribû.

Sersaxiyê li malbat û kesûkar û nasên Mihemed Mela Îs û kadîr û alîgirên Partiya Demokrata Kurdistan - Suriye dikîn û xwe bi hevbeşê xema wan dizanîn. Ji xwedayê mezin hêvîdarîn ruh û giyanê xwedê jêrazî bi behişta fireh şad bike û hedar û aramiyê bi hemû aliyek bibexşê.

Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)

Baregeha Barzanî

2ê Gulana 2023