Li Hatayê di bûyereke trafîkê de 12 kesan canê xwe ji dest dan

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Hatayê di encama rûdaneke hatûçoyê de 12 kesan canê xwe ji dest dan û 31 kes jî birîndar bûn.

Li navçeya Topbogazliyê yê Hatayê, şeva borî barhilgirek û kirênek lihev ketine û piştre jî barhilgirê xwe li neh otomobîlan û du minibusan da.

Wezîrê Tendûrristiyê yê Tirkiyê Fahrettîn Koca ragihand, di encama bûyerê de 12 kesan canê xwe ji dest dan û 31 kes birîndar bûne û rewşa 3 birîndaran jî giran.

Da zanîn jî, di bûyerê de agir bi minibuseke biçûk û otomobîlekê ketiye û hejmarek kes di nava agirî de canê xwe ji dest dan.

Hejmarek mezin cendirme, agirkuj û ambûlansan bo cihê bûyerê hatin şandin. Tîmên tenduristiyê jî kesên birîndar rakirin nexweşxaneyan.