Romana “Metroya Helebê” bi Kurdî derket

Navenda Nûçeyan (K24) – Nivîskar û wergêr Xalid Cemîl Mihemed romana “Metroya Helebê” a romannivîsa Kurd Meha Hesen ji zimanê Erebî bo Kurdî wergerand û çap kir.
Nivîskar û wergêrê Kurd Xalid Cemîl Mihemed romana “Metroya Helebê” ya romannivîsa Kurd Meha Hesen ji zimanê Erebî wergerand Kurdî (zaravayê Kurmancî) û ji aliyê weşanxaneya Ramîna ve hat çapkirin û weşandin.
Derbarê vê berhema xwe ya nû de, nivîskar Xalid Cemîl Mihemed ji K24ê re got: “Yekem hander li piştî hilbijartina vê romanê ji bo wergerê, hezkirina min a ji herdu zimanên Kurdî û Erebî re bû. Ji aliyekî ve roman bi zimanê Erebî di asteke serkeftî û ciwan de hatiye dariştin, ji aliyekî din ve jî pêwîstiya pirtûkxaneya Kurdî bi berhemên astbilind heye, bi taybetî berhemên nivîskarên Kurd ên ku ji ber gelek sedeman, derfet ji wan re nebû da fêrî zimanê dayikê bibin û pê dahênê bikin. Lewma, li şûna ku em gazinê ji wan bikin, çima bi zimanên biyanî dinivîsin, em dikarin xebateke kara û aktîv bikin, ji bo veguhastina berhemên wan bo zimanê xwe û nasandina wan di nav xwendevanên Kurd de.”
Her wiha got: “Di vê wergerê de, min hest bi wê yekê kir ku di nav xêzên vê romanê de, canekî Kurdî digere û Heleb bi xwe jî, yek ji metroplên ku hejmareke mezin ji Kurdan lê dijîn, êdî bûyerên ku romana Metroya Helebê li xwe digere, gelekî ji can û jiyana Kurd nêzîk e û rengvedanek e ji wî canî û wê jiyanê re.”
Nivîskar Xalid Cemîl Mihemed amaje bi wê yekê jî kir, di romanê de, gelek kesayetî û bûyer derbas dibin, beşê berfireh jê, girêdayî şerê navxwe yê Sûriyê ye, ku çawa bandora nerênî ya wî şerî li ser jiyana xelkê hebû.
WERGÊR:
XALID CEMÎL MIHEMED, nivîskarekî Kurd e, jidayikbûyê 1968an e, li bajarê Qamişlo yê Cizîra Rokjavayê Kurdistanê ye. Şeş pirtûkên wî yên çapkirî hene, bi herdu zimanên Kurdî û Erebî dinivîse û wergerê dike. Derçûyê beşê Ziman û Wêjeya Erebî ye, ji Zanîngeha Helebê. Piştî alozbûna krîza Sûriyê, çû Başûrê Kurdistanê û li Hewlêrê dijî.
ROMANNIVÎS:
MEHA HESEN, romanivîseke Kurd e ji bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê ye, li bajarê Helebê zaroktiya xwe derbas kiriye û xwendiye û ji sala 2005an ve koçberî Fransayê bûye û heta niha lê dimîne. Ew bi herdu zimanên Erebî û Fransî dinivîse û zêdetir 15 romanên wê hatine belavkirin. Romana wê ya bi navê “Benê Navikê” jî di sala 2021ê ji aliyê Siyamend Birîm ve ji bo zimanê Kurdî hatiye wergerandin û ji aliyê weşanxaneya AVA ve hatiye çapkirin û weşandin.