Iraqê kuştina du serkirdeyên DAIŞê ragihand
Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiya Iraqê ragihand, îro duşemê 8ê Gulana 2023an, du endamên diyar ên rêxistina DAIŞê di êrîşeke asmanî de li sînorê parêzgeha Diyale hatin kuştin.
Hewlêr (K24) – Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiya Iraqê ragihand, îro duşemê 8ê Gulana 2023an, du endamên diyar ên rêxistina DAIŞê di êrîşeke asmanî de li sînorê parêzgeha Diyale hatin kuştin.
Li gor daxuyaniyê, herdu terorîstên bi navên Îsmaîl Xelîl Bilêbil û Ebû Hesen El Niêmî li navçeya Sendîc hatin kuştin.
Di daxuyaniyê de hatiye destnîşankirin ku di operasyonên asmanî û bejahiyê de ji bo bidawîanîna rehên çekdarên DAIŞê li seranserê Iraqê, berdewan dibin.
Ev di demekê de ye ku şeva borî Fermandariya Artêşa Iraqê kuştina hejmarek çekdarên DAIŞê di êrîşeke firokeya F16an de li sînorê parêzgeha Diyale ragihandibû, bêyî ku hejmara wan eşkere bike.