Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li Wezîrê Çavkaniyê Avê yên Iraqê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di çarçoveya pêşwazîkirina li Wezîrê Çavkaniyên Avê yê Iraqê de, tekezî li ser giringiya bilezkirina hewlên ji bo rûbirûbûna kêmbûna avê, beyabûnê û bandorên neyînî yên guherîna keşûhewayê kir.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî Îro 21ê Gulana 2023an pêşwazî li Wezîrê Çavkaniyên Avê yê Iraqê Aun Ziyab Ebdullah û şandeke pê re kir.
Di civînê de guftûgo derbarê pêşxistina hevkarî û hevahengiya di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de hat kirin, bi taybetî di warê çavkaniyên avê û giringîpêdana bi bendavan û nûjenkirina wan û giringiya avakirina bendavên nû li Iraq û Herêma Kurdistanê.
Di mijareke din a civînê de, behsa giringiya bilezkirina hewlên her du aliyan bo rûbirûbûna kêmbûna avê, beyabûn û bandorên nerênî yên guherîna keşûhewayê hate kirin.