Erdogan ji Ehmedê Xanî mînak da: Însan neqşê qelema kibriyayî ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî serketina wî di gera duyem a hilbijartina Serokkomariyê de, Serokkomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan îro li parlementoya vî welatî sonda yasayî xwar. Di gotarekê de tekezî li ser pêwîstiya guhertina destûrê û destpêkirina projeya sedsala nû ya Tirkiyê kir.
Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan îro di demjimêr 15:00an de sonda yasayî xwar û mazbataya xwe ji serokê demkî yê Parlamentoya Tirkiyê Devlet Bahçelî wergirt. Erdogan piştre serdana gora Mistefa Kemal Ataturk kir û di demjimêr 17:00an de jî beşdarî merasîma destbikarkirinê ya li Koşka Serokkomariyê bû.
Erdogan di merasima destbikarbûnê ya li Koşka Çankayayê ya li Enqerê de, bi amadebûna serokên 21 welatan, nûner û berpirsên pilebilind ên zêdetirî 70 welatan gotarek pêşkêş kir.
Erdogan bal kişand ser serkeftina wan a di hilbijartinên serokkomariyê û yên parlementoyê de û ragihand, “Gelê Tirkiyê bawerî da me ku em di 5 salên pêş de careke din xizmeta wan bikin û projeyên xwe bidomînin û pabendî yasa û destûrê bin.”
Erdogan her wiha eşkere kir ku ew ê îşev kabîneya nû eşkere bikin û roja sêşema bê jî yekem civîna xwe ya kabîneyê lidar bixin.
SerokKomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan peyamek arasteyî partiyên opozîsyonê kir û got, “Her çiqas li Tirkiyê opozîsyoneke Tirkiyê ya baş nîne û berjewendiyên xwe li pêşiya berjewendiyên gel digirin, lê bi bidawîhatina roja 28ê Gulanê, qonaxa hilbijartinan bi dawî bû. Niyeta me ya tolhildanê nîne û em ê rûpeleke nû vedikin.”
Erdogan di beşeke din a axaftina xwe de bal kişand ser projeya qonaxa bê ya desthilatdariya xwe û diyar kir, “piştî 21 salan ji xizmeta Tirkiyê di hemû waran de, em ê heta 5 salên pêşiya me li ser bilindkirin û bihêzkirina aboriya Tirkiyê, çareserkirina pirsgirêkan û derbaskirina kêmasiyan berdewam bin.”
Erdogan got ku destbikarbûna vê xula serokatiyê de ku hevdem e ligel sedsaliya komara Tirkiyê de, ew ê di vê xula serokatiyê, destûra bingehîn a welêt ji nû ve dabirêjin û dest bi projeya sedsala nû bikin. Her wiha pabendbûna xwe ya bi prensîpên Ataturk, demokrasî û xizmeta ji bo welatiyan dubare kir.
Erdogan her wiha daxwaz ji opozisyona Tirkiyê jî kir ku bi hev re ji bo avakirina sedsala nû li Tirkiyê kar bikin û hemû xem û hêrsa berê û hilbijartinan bidin aliyekî û got: “Weke her car dema em destê aştiyê dirêjî wan dikin, û vê carê jî em ji wan helwesteke nû hêvî dikin.”
Li ser siyaseta xwe ya derve, Erdogan bêyî ku behsa operasyonên xwe yên leşkerî li derveyî Tirkiyê bike, amaje bi domandina dîplomasiya dostane û pêwendiyên asayî ligel hemû welatên herêm û cîhanê kir.
Erdogan di beşeke din a gotara xwe de got: “Em ê hemû 85 mîlyon însanan hembêz bikin, nerînên wan ên siyasî, esl, bawerî û mezhebên wan çi dibe bila bibe. Di desthilatdariya xwe ya 21 salan de me her tim vê hesasiyetê parast. Dema ku me xizmet dikir, me li baweriya kesî û rengê lîstikê nenêrî. Me tu carî herêmparêzî, partîparêzî û cudaxwazî nekir. Weke Şêx Edebalî me got 'Bila gel bijî dewlet bijî', weke Yûnûs Emre me got 'Em ji afirandêr hez dikin'. Mîna Ehmedê Xanî, 'Însan neqşê qelema kibriyayî ye, me got: Îro jî em heman ronahiya şehrezayiyê dişopînin.”
Li gorî rojeva merasîma sondxwarinê, Recep Tayyîp Erdogan dê ji bo hemû mêvanên ku di merasîmê de amade bûne xwarinekê amade bike û paşê bi fermî dest bi karûbarên serokkomariyê bike.