Li Şêxanê zêdeyî 50 hezar ton pîvaz tê berhemanîn

Navenda Nûçeyan (K24) – Li navçeya Şêxanê îsal 4 hezar donim zevî bi pîvazan hatiye çandin û tê pêşbînîkirin ku berhemanîna pîvazan îsal bigihe zêdetirî 50 hezar tonî.

Cotkar Ehmed Nacî ji K24ê re ragihand: “Îsal berhemanîna pîvazan gelek baş e û ti pirsgirêkekên me ji bo firotina pîvazan li bazarê nîne, ev jî ji ber rêkeftina di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê de ya hinardekirina berhemên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo bajarên naverast û başûrê Iraqê ye.”

Cotkarekî din ê Şêxanê bi navê Newzad Hemîd jî got: “Îsal gelek zevî bi pîvazan hatine çandin û berhema wê gelek baş e. Di heman demê de, nirx jî ji bo cotkaran baş e. Ya giring e ku pîvaz ji derveyê Herêma Kurdistanê neyê hawerdekirin, ji ber ku berhema me ya navxweyî heye.”

Di van salên dawî de cotkarên herêma Şêxan bi rêjeyeke mezin pîvazan diçînin. Şêwirmendê Rêveberiya Çandiniyê ya Şêxanê Enwer Xidir dibêje, zevî û keşûhewaya herêmê ji bo çandina pîvazan guncaw e.