Ji ber ku çaya seferî danî ber mêvanan ji kar hat derxistin
Li Diyarbekirê aşpêjekî xebatkarê xwaringeha nexweşxaneyeke taybet ji ber ku çaya seferî danî ber mêvanan ji kar hate avêtin. Li ser vê yekê doz hat vekirin û dadgeha Diyarbekir got ev rewş nikare bibe sedema jikarderxistinê.
Diyarbekir (K24) - Li Diyarbekirê aşpêjekî xebatkarê xwaringeha nexweşxaneyeke taybet ji ber ku çaya seferî danî ber mêvanan ji kar hate avêtin. Li ser vê yekê doz hat vekirin û dadgeha Diyarbekir got ev rewş nikare bibe sedema jikarderxistinê û biryara vegera kar û qerebukirina zirarê bo xebatkarî da.
Mehmet Kiziltaş, li Diyarbekirê dijî û 30 sal in aşpêjiyê dike. Di cotmeha sala 2021an de jî dema di nexweşxaneyek teybet de li beşa xwarinxaneyê dişixulî jî mêvanek tê nexweşxaneyê û ji bo mêvan çay tê xwestin . Mehmet Kiziltaş jî çaya seferî datîne ber mêvan û berpirsek nexweşxaneyê jî li ser vê yekê hêrs dibe û ji ber ku şûna çaya demkirî çaya seferî datîne ber mêvan Mehmet Kiziltaş ji kar tê derxistin. Mehmet Kiziltaşê ku bi salane aşpêjiyê dike vê helwestê qebûl nake.
Mehmet Kiziltaş ji Kurdistan24ê re diyar kir: “Ji xwe peywirek min a wisa nebû ku çay bibim û bînim. Peywira min çêkirina xwarinê bû û ji xwe ji bilî çaya seferî çaya din nebu. Min jî çaya seferî bir û danî ber wan. Li ser vê yekê gotinên giran ji min re got lê min ew gotin qebul nekirin û li ser vê yekê jî min ji kar avêtin.”
Kiziltaş ku ji kar tê derxistin di qada hiqûqî de li mafê xwe digere û li hember vê rewşê serî li darazê dide û Parêzerê Mehmet Kiziltaş pêvajoyê dide destpêkirin. Dadgeha ku di sala 2021an de dest pê dike di berfanbara 2022yan de bi dawî dibe û dadgeh Mehmet Kiziltaşî mafdar dibîne lê berpirsê nexweşxaneyê li dijî biryarê serîlêdanê dike lê Dadgeha Herêmî ya Diyarbekir biryara dawî dide û dibêje Mehmet Kiziltaş mafdar e.
Parêzerê Mehmet Kiziltaş, Hanîfî Kandemîr ji Kurdistan24ê re ragihand: “Dadgehê got ku nayê qebûlkirin ji ber çaya seferî xebatkarek ji kar were derxistin. Di yasayan de sedemên derxistina ji kar aşkere ne û ev yek biryarek gelek giran e. Ji xwe dadwerê dozê ecêpmayî ma. Dadgehê ew dema ku xebatkar bêkar mayî jî berçav girt û hem biryara vegera kar da û hem jî biryar da ku 77 hezar û 340 lîre bo Mehmet Kiziltaş were dayîn.”
Her çiqas dadgehê biryara vegera kar bo Mehmet Kiziltaş dabe jî Mehmet Kiziltaş niha di kompaniyek din de kare xwe yê aşpêjiyê dike û dibêje rast e çaya seferî nabe wek çaya demkirî lê nabe sedem jî ku mirovek ji kar were derxistin.