Dolar li hember Lîreyê Tirkî rekoreke nû tomar kir
Piştî bilindkirina rêjeya faîzê ji aliyê Banka Navendî ya Tirkiyê ve, bihayê Lîre li hember dolarê Amerîkî dîsa daket û Dolar rekoreke nû tomar kir.
Navenda Nûçeyan (K24) - Piştî bilindkirina rêjeya faîzê ji aliyê Banka Navendî ya Tirkiyê ve, bihayê Lîre li hember dolarê Amerîkî dîsa daket û Dolar gihîşte 24.10 Lîreyê Tirkî.
Banka Navendî ya Tirkiyê îro biryara xwe ya derbarê rêjeya faîzê de eşkere kir.
Lijneya Giştî ya Banka Navendî ya Tirkiyê îro ragihand, rêjeya faîzê ji %8.5an bo %15an hat bilindkirin.
Piştî biryarê, bihayê Dolar û Euro li hember lîreyê Tirkî berevajî texmînan careke din bilind bû.
Li gor borseyên Tirkiyê, di saet 14:45an de bihayê yek Dolarê Amerîkî bi rêjeya %2.28 bilind bûye û gihîştiye 24.10 lîreyê Tirkî.
Herwiha bihayê Euro jî bi rêjeya %2.48 bilind bûye û bûye 26.49 lîreyê Tirkî.