Jineke hunermend li nav Sûrê hunera çamê zindî dihêle

Diyarbekir (K24) – Li Diyarbekirê jinek bi keda destê  xwe hunera xwe didomîne û debara xwe jî pê dike, li nav Sûra dîrokî ji xwe re kargehek vekiriye û hunera ku jê re Vîtray tê gotin û di heman demê de wek hunera camê jî tê pênasekirin pêşkêşî welatiyan dike.

Betul Kubra Savci li nav kolanên dîrokî yên Sûrê de hewl dide hunerek cawaz hem zindî bihêle û hem jî di nava civakê de bide heskirin. Vîtray ango Hunera Camê yek ji hunerên bi keda destan tê kirin e ku wekî gelek hunerên bi keda destan tên kirin ev huner jî bin xetereya nemanê de ye. Betul Kubra Savci jî hunera xwe ya bi heskirinek mezin dike bi berhemên xwe yê rengîn dide nasîn. Hunermanda Camê dibêje wê di salên ku zanko dixwend de dest bi vê hunerê kiriye û buye wek parçeyek ji jiyana wê ku her dem li kuderê be bila bibe di serê xwe de nexşan diafirîne û bi teşepêdana camê dide der.

Betul Kubra Savci ji K24ê re got: “Dema di zankoyê de di pola duyem de bûm min dest bi vê hunerê kir. Min beşa Hunerên Ciwan dixwend. Ev deh sal in vê hunerê dikim. Ez ji ronahî û şewqa berhemên ji camê hatine çêkirin gelek hes dikim. Berhemên Hunera camê ango vîtray berê di dêr, mizgeft û qesran de bo xemilandinê dihat bikaranîn, lê niha êdî di nav gelak cih û kargehan de jî tên bikaranîn.”

Hunera camê baldariyek mezin dive, ji camên rengîn berhem tên çêkirin û ev berhem jî ronahiyê belav dikin û şewqa van berheman rengek bedew dide hawirê. Hunermanda ku debara xwe jî bi vê hunerê dike dibêje piştî ku ew li Diyarbekirê bicih buye nexwestiye hunera xwe li duv xwe bihêle û hunera xwe jî bi xwe re aniye Diyarbekir.

Betul Kubra Savci got jî: “Hevjînê min ji Diyarbekirê ye û piştî ku zewicîm ji Stenbolê 7 sal berê  hatim Diyarbekirê. Pêşî min li malê hunera xwe dikir û êdî min biryar da ku kargehek vebikim. 7 meh in min li nav Sûrê kargehek vekiriye. Berhem hêdî hêdî bala welatiyan dikêşin. Berhema herî biha ya vê derê 6 hezar lîre ye û ya herî erzan jî 200 lîre ye.”

Betul Kubra Savci ya yekem hunermanda camê ya jin e ku li Sûrê kargeha xwe vekiriye û armanca wê ya dorê de ew e li nav Sûrê fêrgehek a hunera camê vebike û hunera camê belav bike.